Hazim Beg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hazim Beg (* ? reşemî 1900 li Zaxo - † 3'ê pûşperê 1954, li Mûsilê) siyasetmedar, çalakvanekî mafê mirovan bû. Di komkujiya ermeniyan de, bi mal, milk û hemî hêza xwe alîkarî daye qurbaniyên ermeniyan.

Jiyan[biguherîne]

Kurê Şemdîn Axa ye. Li 26'ê tîrmehê ya sala 1925'ê weke wekîlê bajêrê Zaxo li meclîsê hate helbijartin. Li sala 1925'ê bû endamê partiya Pêşkeftin "Al.Teqedim" û sala 1934'ê bû endamê partiya "Wehdet al.Weteniye" ya Îraqê. Li sala 1950, bû wezîr û endamê meclîsê ya şahînşahiya Îraqê, li serdemê serokwezîrê wê demê Tewfîq al.Suweydî.

Hazim Beg yek ji xanedan û navdarên devera Zaxo bû û navê wî di kolanên vî bajarî de hatiye kolan. Ew mirovekî cumerd, dilovan, dilnerm û mêhrevan bû. Li serdemê cenga cîhanî ya yekem û li fermanên bednav yên Osmanîyên tirk li destpêka cengê li ser gelê ermenî, bi dehan xizanên ermenî koçberî bajêrê Zaxo bûn. Helwesta Hazim Begê li ser wî gelê zulimlêkirî û derbeder, gelek mirovane bû. Kar ji wan re peyda dikir, dihewandin, di nav mala xwe de xwedî dikir, alîkarî bi hemî cureyan dida.

Qurbaniyên ji ber nîjadkujiyê direviyan li taxa Kêste li navenda Zaxo kom dikir, alîkarî organîze dikir. Heta niha jî ew tax weke taxa ermeniyan dihête nas kirin. Ji bo vê alîkariya mirovane ya xelkê Zaxo ji bo gelê ermenî kirî, ermenî bi xwe ji berî her kesê dîdevan in.

Hazim Beg li 03'ê meha pûşperê (hezîran) li sala 1954'ê li bajêrê Mûsilê çûye ber dilovaniyê û termê wî veguhaste Zaxo û li wir di xaka bab-kalên wî de hate veşartin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Agahî ji lêkolînvan: Se´îd Hacî Sedîq Rezvan.