Wêjeya kurdî an jî edebiyata kurdî ew wêje ye ku bi zaravayênhewramî, zazakî, kurmancî û soranî hatiye berhemandin. Di kurdî de du beşên bingehîn a wêjeya kurdî ên bi navê devkî û nivîskî hene. Wêjeya devkî berî nivîsê derketiye, hîn jî berdewam e û di navenda wê de helbest heye. Çîrok, stran, destan û hwd. hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind bûye. Wêjeya kurdî a nivîskî di zaravayan de li demên cuda dest pê kiriye; li gorî zanyariyên destketî berî zaravayê hewramî, piştî kurmancî û dawiyê soranî û herî dawî jî dimilî bûne xwediyê wêjeya nivîskî. Niha di her çar zaravayan de wêje tê berhemandin. (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1920 – Parlemena Tirkiyeyê li Enqereyê hate damezirandin. Di civînê de 72 nûnerên gelê Kurd jî hebûn. Li gorî peymana ku Mustafa Kemal bi serokêşîrên kurdan re mohr kir.